29 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
LOS ANGELES
Di şeva Xelatên Akademiyê ya 88emîn (Oscar) a ku li Los Angelesa bajarê DYAyê hat lidarxistin de "Spotlight"ê xelata "Fîlmê herî baş" hilda. Fîlmê "Mad Max: Fury Road" (Mad Max: Rêyên Bihêrs) ku di 10 qadî de ji bo Oscarê namzet dihat nîşandan jî di 6 qadan de xelatê hilda. Derhênerê ji Meksîkayê Alejandro Gonzalez Inarrîtû jî xelata "Derhênerê Herî Baş" ev cara duyemîne ku qezenc kir û wî wek John Ford û Joseph L. Mankiewicz serfiraziya xwe du sal li ser hev dubare kir.
Aktor Leonardo DîCaprîo jî di fîlmê "Vejîn"ê de bi rola xwe xelata Oscarê ya "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" ev cara ewile ku qezenc kir
Merasima Oscar dayînê li Şanogeha Dolbyê a Hollywoodê hat kirin.
Di merasima xelatên Oscarê yên 88emîn de aktor, aktrîst û berhemên ku layiqê xelatê hatin dîtin wiha ne:
Fîlmê Herî Baş: Spotlight
Derhênerê Herî Baş: Alejandro Gonzalez Inarrîtî - Vejîn
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Leonardo DîCaprîo - Vejîn
Lîstikvanê Mêr ê Alîkarê Herî Baş: Mark Rylance, "The Bridge of Spies" (Pireya Cesûsan)
Lîstikvana Jin a Alîkar a Herî Baş: Alîcîa Vîkander, Keçika Danîmarkayî
Efekta Dîtbarî ya Herî Baş: Ex Machîna
Fîlmê Anîmasyonê yê Herî Baş: "Insîde Oût" (Berepaşkî)
Dîmena Herî Baş: Vejîn, Emmanûel Lûbezkî
Muzîka Resen a Herî Baş (Muzîka Fîlm a Herî Baş): The Hatefûl Eîght - Ennîo Morrîcone
Strana Resen a Herî Baş: (Strana Herî Baş): “Wrîtîng’s On The Wall” - “Spectre” / Jîmmy Napes û Sam Smîth
Belgefîlma Herî Baş: Amy
Dîzayna Cilûbergan a Herî Baş: Mad Max: Rêyên Bihêrs, Jenny Beavan
Fîlmê Herî Baş ê Di Zimanê Biyanî de: Macaristan, Son of Saûl, Laszlo Nemes
Senaryoya Xweser a Herî Baş: Spotlîght, Josh Sînger û Tom McCarthy.
Senaryoya Lêanînê ya Herî Baş: Eyana Qirase, Charles Randolph û Adam McKay.
Honaka Dengê Herî Baş, Mad Max: Rêyên Bihêrs
Mîksaja Deng ya Herî Baş: Mad Max: Rêyên Bihêrs
Belgefîlma Kurt a Herî Baş: A Gîrl în the Rîver
Honaka Herî Baş: Mad Max: Rêyên Bihêrs , Margaret Sixel
Fîlmê Kurt ê Herî Baş: Stutterer
Anîmasyona Kurt a Herî Baş: Bear Story
Dîzayna Berhema Herî Baş: Mad Max: Rêyên Bihêrs
Meqyaja Herî baş: Mad Max: Rêyên Bihêrs