İbrahim Atmaca
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ANKARA
Zanyaran derxist holê ku birinc 10 hezar sal berê cara ewil li Çînê wek xurek hatiye xwarin.
Li gor xebata ku di kovara "Proceedings of the National Academy of Sciences"ê da hat weşandin, birinc nêzî 10 hezar sal berê di serdema Holosenê da hatiye xwarin.
Li gor testan li herêma Şangşanê bermahiyên birinc nêzî 9 hezar û 400 sal berê mane.
Li gor xebatê li Çînê xwarina birinc, li Amerîkaya Bakur xwarina gilgil û li Rojhilata Nêzîk xwarina gemin di heman demê da dest pê kiriye.