Ömer Faruk Salman,Beyza Nur Eryılmaz
30 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Nîsan 2025
Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ya li Gazîentabê ya ku di serî da mozaîka "Keça Qereçî" mazûvaniya gelek berhemên ku li cîhanê navdar in dike, di roja ewil a eydê da mazûvaniya gelek kesan kir.
Zeugmaya ku yek ji mezintirîn muzexaneyên mozaîkan ên cîhanê ye û di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê da ye mazûvaniya mêvanan dike.

Muze bala turîstên ku ji bo gera Başûrê Rojhilatê tên, dikşîne.
Di roja ewil a Eyda Remezanê da li ber deriyê muzeyê rêzên dirêj çêbûn û muzeyê ji hêla ziyaretvanan va eleqeyeke mezin dît.
Hat ragihandin ku îro di navbera saet 09.00-12.00yan da 3 hezar û 650 kesî serdana muzeyê kir.

Eyup Havasliyê ji Enqereyê bi malbata xwe va hatiye Gazîentabê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wî demek berê li ser vê muzeyê lêkolînek kiriye û piştî ku hatiye dîtina wê metel maye, lewra muze gelekî dewlemend e.
Ceylan Açika ji Wanê hatiye jî anî ziman ku gelek turîst hatine dîtina muzeyê û ew kêfxweş e ku mirov eleqeyê nîşanî dîrok û çandê didin.
Şeyda Alana ji Konyayê hatiye jî got ew cara ewil e ku Zeugmayê dibîne û hêvî dike ku ev dewlemendî ji nifşên nû ra bimîne.