Önder Beyter
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
ŞANLIURFA
Li bajarê Şanliurfayê ku bi xurekên xwe yên bitam tê naskirin, îsotê (bîbera hûr) ku gel di xurekan da pir jê hez dike, di kelekela germa havînê da ji qonaxên bizehmet derbas dibe û paşê diçe ser sifreya xwarinê û dezgehên firotanê.
Li bajarê Rihayê yê ku bi xêra GAPê çandiniya avî pir berbelav bûye, derbiharê bîber tên ajotin û herwiha ber bi dawiya meha tîrmehê jî tên berhevkirin. Îsotên ku tên berhevkirin jî bi kamyonan berê wan didin bazaran.
Li herêma Sirrinê jî malbatên ku bi firotana îsotan debara xwe dikin, ji bazaran bîberan dikirin û tînin malê. Li malê jî bi piranî jin û zarok van bîberan dişon û paşê darik û marikê wan jê cuda dikin.
Kesên ku pê ra mijûl dibin, hem ji ber germa havînê û hem jî ji ber tûjiya bîberan pir aciz dibin. Ev kes bîberan pêşiyê bi destê xwe perçe dikin û dû ra ji makîneyê ra derbas dikin û herwiha li ser naylonan radixin û didin ber tavê. Ev bîberên ku li ber tîrêjên tavê bi temamî ziha dibin, rengê wan jî herwiha gevez dibe.

Xebatkar van bîberan cardin ji makîneyê ra derbas dikin û zeyd tevlî dikin ku tahma wê xweş û rengê wê jî birqonek bibe. Ev bîber di dawiya vê rêwitiya tûj û zehmet da êdî dibin îsot.
Îsotê ku berhemekê Rihayê yê tescilkirî ye, seranserê salê li ser dezgehên baharatfiroşan û li kargeriyên piçûk, li gorî qalîteya xwe bi 20-40 lireyî tê firotin.

Mustafa Işikay ku li bajêr ligel malbata xwe ji mêj va ye hilberîneriya îsotê dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wekî her salê, wan di meha tîrmehê da dest bi kar kir û karê wan dê heya berfanbarê dewam bike.
Işikay bal kişand ku ew hewl didin û zehf dixebitin da ku berhemeke bitahm bi dest bixin û lewma jî ew di kelekela germa havînê da vî şixulî didomîninin.
Zeynep Polata ku di hilberîna îsotê da dişixule, diyar kir ku ew ligel germa havînê, hewl didin ku karê xwe qenc bikin. Polatê got ku ew di germa havînê da dixebitin da ku alîkariyê bidin aboriya malê.

Polatê bal kişand ku îsotê ku ji bîbera Rihayê tê çêkirin, pir xweş e û bitahm e.
Serokê Koperatîfa Hilberînerên Îsotê ya Şanliurfayê Bekir Polat jî diyar kir ku îsot ji bo bajarê Rihayê wekî marqeyeke biqîmet e. Polat got ku ew her sal di dawiya vê pêvajoya dijwar da bi tonan berhem werdigirin.