ANKARA
Parlementerê AK Partiyê yê Bîngolê Eşref Taş destnîşan kir ku bira li TRTyê qanaleke ku bi zazakî weşanê dike, were vekirin.
Taş li Meclisê civîna çapemeniyê çêkir û diyar kir ku li gor daneyên UNESCOyê li Tirkiyeyê 18 ziman li ber tunebûnê ne û zazakî yek ji van zimanan e.
Taş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 3 milyon welatî bi zazakî dipeyivin û got ku digel vê eleqeya ji bo zazakî kêm e û wiha dewam kir: "Dixwazin zazakî wekî zaraveyeke kurdî nîşan bidin û bêqîmet bikin."
Taş diyar kir ku zazakî û kurmancî zimanên cihê ne û wiha dewam kir: "Berê bi qedexekirinê zazakî dihat tunekirin, niha di bin tesîra ziman û çandên din da zazakî tê tunekirin û em ê destûrê nedin vê."
Taş destnîşan kir ku bira li TRTyê qanaleke ku bi zazakî weşanê dike, were vekirin.