Derhênerê fîlmê Haydar Demîrtaşê Mêrdînî, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di Mîhrîcana Fîlmên Tirk a Bostonê de di kategoriya kurtefîlm û belgefîlman de 40 fîlm ketin pêşbaziyê. Di nav fîlman de belgefîlma bi navê "Mêvan" bi zimanê Tirkî, Kurdî, Erebî û Suryanî jî hebûye.
Demîrtaş, da zanîn ku berê jî bi belgefîlma "Babam Tarîh Yapiyor/ Bavê Min Dirokê Dinivîse" beşdarî mihrîcanê bûye û "Xelata taybet a temaşevanan a herî baş" wergirtiye û îsal jî bi belgefîlma "Mêvan" beşdarî mihrîcanê bûne û xelata "Belgefîlma Herî Baş" wergirtine.
Demîrtaş wiha dewam kir: "Serpêhatiya Bahe bala me kêşa. Me jî belge fîlma jiyana wî çêkir û ev belgefîlm di Pêşbaziya 8emîn Belgefîlma Boston û Kurte Fîlman de xelata "Belgefîlma Herî Baş" wergirt. Em pir kêfxweş û dilşad in."