Çand û huner

Li Bidlîsê Hevrazê Sînemayê tê restorekirin

Li Bidlîsê di çarçoveya "Projeya Saxlemkirina Kuçeyan" a ji bo berhemên dîrokî derxin holê hat amadekirin da ji bo tezekirina Hevrazê Sînemayê yê dîrokî dest bi xebatan kirin.

Haydar Şahin  | 18.04.2018 - Rojanekırın : 19.04.2018
Li Bidlîsê Hevrazê Sînemayê tê restorekirin

Bitlis

BITLÎS

Li Bidlîsê di çarçoveya "Projeya Saxlemkirina Kuçeyan" a ji bo berhemên dîrokî derxin holê hat amadekirin da ji bo tezekirina Hevrazê Sînemayê yê dîrokî dest bi xebatan kirin.

Şaredariya Bidlîsê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kir xebatên ji bo berhemên dîrokî derxin holê didomîne.

Li bajarê ku berê ji gelek şaristaniyan ra malxwedîtî kiriye, bi xanî, mizgeft, kuçeyên xwe va dişibe muzeyeke servekirî ji bo berhemên dîrokî derxin holê "Projeya Saxlemkirina Kuçeyan" hat amadekirin.

Di çarçoveya projeyê da ji bo restorasyona Hevrazê Sînemayê yê dîrokî dest bi xebatan kirin.

Wekîlê Şaredar û Waliyê Bidlîsê Îsmaîl Ustaoglu li ciyê xebatê lêkolîn kir û daxuyanî da rojnamevanan. Ustaoglu diyar kir ku xebatên restorekirina Hevrazê Sînemayê yê dîrokî dewam dikin.

Ustaoglu got ku par bi diruşmeya "Bajarê qedîm dibe xwedî nasnameya xwe ya dîrokî" va proje dan destpêkirin, gava herî girîng a projeyê jî restorekirina Hevrazê Sînemayê ye û wiha pê da çû:

"Em ê bi xebatan va vê derê vegerînin halê wê yê orijînal, welatiyên vê derê ji bo çûyîn û hatinê bi kar bînin. Ji ber ku ev dera qame ye kal û bavên me li vê derê ciyên rûniştinê ava kirine. Dem ji ser ra derbas bûye û hemû wan xirab bûne. Bi tenê dubayeke dîrokî maye. Em ê 18 dubayên din jî li vê derê çêbikin ku welatiyên me di nav atmosfereke dîrokî da wê li vê derê bigerin. Nika xebatên me yên binesaziyê dewam dikin. Di demeke nêz da em ê dest bi sersaziyê jî bikin û Hevrazê Sînemayê bigihînin nasnameya wê ya rastî."

Ustaoglu diyar kir ku piraniya xebatên li pêşiya Mizgefta Mezin jî hatin temamkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.