BITLÎS
Li Exlatê navçeya Bitlîsê li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ku wek goristana herî mezin ya misilmanan tê zanîn lêkolîn berdewam in.
Ev kêlikên ku di bin parastina Serokomar Abdullah Gul de ne û her wiha namzetê UNESCOyê ne jî dê bi restorasyonê rakin li ser pêyan.
Mamosteyê beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê û serokê koma lêkolînê Prof. Dr. Recaî Karahan daxuyaniyek da muxabirê AAyê û got ku ev goristan ji bo serdema çaxa navîn ya Îslamê pir girîng e.
Karahan da zanîn ku li goristana herî mezin ya misilmanan a bi navê "Goristana Meydanê ya Selçûqiyan" xebat berdewam in û wiha pê de çû:
"Ev cihekî mustesna ye ji bo çaxa navîn ya îslamê. Li vir 8 hezar 169 kêlikên ku di qirnên 12. û 16. de ji dema Exlatşahî, Eyûbî, Îlhanî û Osmaniyan mane hene. Armanca me ew e ku em van kêlikan yek bi yek rakin li ser pêyan. Di vê çarçoveyê de me îsal di 15ê hezîranê de dest bi xebatê kir. Her sal li ser goristanê gîha şîn dibe. Pêşî me bi çinîna gihayê dest pê kir û em ê bi restorasyon, paqijîya wan jî karê xwe bidomînin û kêlikan yek bi yek rakin li ser pêyan."
Karahan dûpat kir ku li ser daxwaza Wezareta Kultûr û Turîzmê îsal jî paqijiya devdorê kirine. Her wiha bi vê yekê re dê xebatên restorasyon û konservasyonê jî dê bên kirin.
Karahan li gotinên xwe zêde kir ku xebatên paqijiyê gelek kêrhatî ne. Îsal jî dê ev xebatên bi vî şiklî bidomin û li gor plansaziya îsal dê heya dawiya salê xebatê berdewam bin.