Li Hewlêrê çalakiya "Hefteya Mitbexa Tirkî" hat li darxistin
Di çalakiya "Hefteya Mitbexa Tirkî" ku Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li dar xist da, xwarin û tamên Tirkiyeyê hatin nasandin
Haydar Şahin
21 Gulan 2026•Rojanekirin: 21 Gulan 2026
photo: Ahsan Mohammed Ahmed Ahmed / AA
Türkiye, Ankara
Di çalakiya "Hefteya Mitbexa Tirkî" ku Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li dar xist da, xwarin û tamên Tirkiyeyê hatin nasandin.
Serkonsolê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu di çalakiyê da anî ziman ku piştî demeke dirêj çalakiyeke wisa li dar dixin û kêfxweşiya xwe ji ber vê anî ziman.
Wêne : Ahsan Mohammed Ahmed Ahmed/AA
Topçu tekez kir ku xwarin nîşaneya mîrata civakî, çand û kevneşopiyan e û diyar kir ku bi vê têgihîştinê, bi hîmayeya Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyip Erdogan da, înîsiyatîfa Hefteya Metbexa Tirkî hatiye destpêkirin.
Derbarê çalakiya ku bûye kevneşopiyek û cara pêncemîn tê lidarxistin da, Topçu diyar kir ku îsal çalakî li seranserê cîhanê bi diruşma "Mîrat li ser Yek Maseyê" tê lidarxistin.
Wêne : Ahsan Mohammed Ahmed Ahmed/AA
Topçu destnîşan kir ku tevî girjiyên li herêmê ew li ser karên xwe ne û diyar kir ku wan di dema şerê di navbera DYA/Îsraîl û Îranê da personelên Konsolxaneyê neşandine Tirkiyeyê û ti karûbar jî nedane rawestandin.
Topçu, hêviya xwe ya ji bo bidawîbûna şer û pevçûnên li cîhan û herêmê anî ziman û tekez kir ku Tirkiye ji bo aştî, îstîqrar, ewlehî û refahê her hewlekê dide.
Tevî Serkonsol Topçu, Berpisê Peywendiyên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizeyî, Wezîrê Tendirustiyê yê HKIyê Saman Berzencî, Mîrê Civaka Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg, Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, nûnerên saziyên Tirkî yên li Hewlêrê, siyasetmedar û welatî beşdarî di çalakiyê da kirin.
Li Hewlêrê çalakiya "Hefteya Mitbexa Tirkî" hat li darxistin