Nihat Kavşut
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
MUŞ
Hat ragihandin li Mûş û herêmên li ser Mûşê wê îsal li 85 hezar dekarî silq bê ajotin.
Yunus Okyarê Endezyarê Herêma Navendî ya Fabrîqeya Şekir a Mûşê daxuyanî da rojnamevanan.
Okyar destnîşan kir di çarçoveya kampanyaya heyama 2017-2018an da li tevahiya bajêr wê 3 hezar û 774 cotkar li 85 hezar dekarî silq biavêjin.
Yunus Okyar diyar kir heta niha 13 hezar dekar silq hatiye ajotin û wiha got: "Ji ber baranê îsal ajotina silqan çend roj bi derengî ket. Heger hewa xweş be û baran nebare wê heta nîvê meha gulanê silq bên ajotin."
Okyar destnîşan kir par cotkaran 365 ton silq ajotin û wiha xeber da: "Hedefa me îsal 400 hezar ton e. Em ê jê 50 ton şekirê krîstal çêkin û wê qederê 150 milyon lire feydeyê bide aboriya Mûşê. Li herêma navend 37 hezar, li Tîlê 4 hezar û 820, li Dêrxasê 3 hezar û 880, li Guroymakê (Norşîn) hezar û 200, li Bîngolê 750, li Kopê 23 hezar û li Milazgirê 14 hezar dekar wê silq bê ajotin."
Zulkuf Erîkliyê Serokê Yekîtiya Avdanê ya Mûşê destnîşan kir îsal 210 lire bihayê tabanê dane silqan û wiha got: "Wê cotkar kêfxweş bibin. Kota tuneye, li Fabrîkeya Şekir a Mûşê zêdebariya kotayê heye. Cotkar çiqas bixwazin kota tê dayîn."