Cinazeyê lîstikvanê navdar ê sînemaya Tirkan Kadîr Înanir piştî nimêja ku li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa hat kirin, li Goristana Ulusê hat definkirin.
Ahmet Esad Şani
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
İSTANBUL
Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy beriya merasima cinazeyê Kadîr Înanir daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Mixabin, em kesên biqîmet ên serdemekê yên Yeşîlçamê yên ku ketin nav jiyana me, malên me û malbatên me, yek bi yek oxir dikin. Em yek bi yek ji wan xatir dixwazin, wan dişînin axiretê."
Ersoy anî ziman Kadîr Înanir kesekî biqîmet ê bêhempa û hostayekî pir girîng bû û sersaxî da malbata wî, hezkiriyên wî û got rehma Xwedê li wî be û cihê wî cinet be.
Rahênerê Teknîkê yê Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê yê berê Şenol Guneş û lîstikvan Hulya Avşar jî beşdarî merasima cinazeyê bûn û xemginiyên xwe anîn zimên.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu, Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Nurî Aslan, Levent Înanir, Julîde Kural, Turkan Şoray, Hulya Koçyîgît, Halîl Ergun, Ahmet Yenîlmez, Oktay Kaynarca, Îlyas Salman û gelek siyasetmedar û hunermend beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Cinazeyê Kadîr Înanir piştî nimêja ku li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa hat kirin, li Goristana Ulusê hat definkirin.