24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê ji bo ku Mizgefta Mûrat Paşa ya dîrokî ku di 1823yan da bi şêweya mîmariya osmanî hatiye çêkirin û di 1940î da rûxiyaye, cardin rakin ser piyan, xebat tê meşandin.
Di çarçoveya projeya ku bi destê Midûriyeta Weqfên Herêma Bitlîsê, Midûriyeta Muzeyê ya Xelatê û Şaredariya Mûşê mehek berê hat destpêkirin da li taxa Mûrat Paşa li devera ku mizgeft û medreseya dîrokî lê ne, karê sondaj, kolan û paqijkirinê hat kirin.
Şaredarê Mûşê Feyat Asya ji peyamnerê AAyê ra got ku wan li ser mizgeft û medreseya dîrokî ku bi destê mutasarifê Mûşê Mustafa Paşa di sala 1823yan da hatine çêkirin, xebat dan destpêkirin û herwiha bi saya vê xebatê ew dixwazin ku sûretê dîrokî yê van berheman derxin holê.
Asya diyar kir ku êdî gel wê vê derê wekî "mizgefta rûxiyayî" nezanibe û wiha got, "Emê mizgeft û medreseya dîrokî ya Mûrat Paşa temîr bikin û êdî gelê me wê bikaribe li vê derê îbadetê bike."
Asya bal kişand ku wan ligel Midûriyeta Weqfên Herêma Bitlîsê, restorasyona mizgefta Mezin û ya Elaedîn kuta kir û wiha dewam kir, "Me Qonaxa dîrokî ya Hikûmetê restore kir û ji xizmetê ra vekir. Bi heman şêweyî me Xana Bistêrk a dîrokî li gorî eslê wê projeya wê amade kir. Em niha di asta îhaleyê da ne. Dîsa me Hemama Karasu û Tirba Miştaq Baba derxist ser rûyê erdê. Em li vî bajarê qedîm, xwedan li berhemên dîrokî derdikevin û xebatên xwe bi vî awayî didomînin."