DIYARBAKIR
Ji Sarkîs Eken û Beyzar Ekenê ermenî yên ku li Diyarbekirê dijîn û 65 sal e jin û mêrê hev bûn û beriya 2 meh niha mehra xwe ya fermî kiribûn, Beyzar Eken mir.
Beyzar Ekena (85) ku li xaniyê yek odeyî ya di baxçeyê Dêra Meryem Anayê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê de bi qasî 65 salan bi Sarkîs Eken re dijiya û bi qasî 2 meh beriya niha jî bi Sarkîs Eken re mehra xwe ya fermî birî, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin mir.
Xizmên Beyzar Ekenê beriya çend salan koçî Hollanda, Kanada û Sûriyeyê kirin, lê ew ji xaka xwe nebû û ji Diyarbekirê derneket. Ji bo Beyzar Ekenê li Dêra Meryem Anayê merasim hat kirin.
Di merasimê de gulav li ser termê Ekenê reşandin, dia hatin kirin, find hatin vêxistin. Sarkîs Ekenê ku xanima wî mir jî, dilê wî şewitî û di merasimê de giriya. Piştî merasima li dêrê termê Ekenê li ser wesiyeta wê ji bo demekê li mala ku bi qasî 30 salî wir jiya, hiştin.
Termê Ekenê pişt re li Goristana Ermeniyan a li taxa Şehîdlikê hat definkirin.
Digel xizmên Ekenê, Hevserokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Firat Anli jî beşdarî merasima cenaze bû.
Sarkîs Eken û Beyzar Ekenê ermenî yên ku 65 sal e jin û mêrê hev bûn û 30 sal bû ku ji ber ku ewledar e di xaniyê li baxçeya Dêra Meryem Anayê de dijiyan, di 27ê nîsanê de mehra xwe ya fermî kiribûn.