Serhat Zafer
21 Mijdar 2023•Rojanekirin: 28 Mijdar 2023
Li Gurun û Zaraya navçeyên Sîvasê şikeftên zinaran ên mînanî apartmanan in, bi hezaran sal e wekî xwe ne.
Di nûçeya dosye ya "Şikeftên Tirkiyeyê" ya Ajansa Anadoluyê da nûçeya şeşemîn li ser dîroka şikeftên Sîvasê û taybetiyên wan e.
Navçeya Gurunê bi şikeftên xwe yên nava zinaran, dewlemendiyên xwe yên dîrokî û xweşikahiyên xwe yên siruştî dertê pêş û wekî cî û warê herî kevnare yê Anadoluyê balê dikişîne.
Şikeftên li Gurunê li pêşiya çiyê kêleka hev û li ser hev wekî 3 û 5 qatan hatine çêkirin û ji dûr va wekî apartmanan dixûyên. Ji ber ku kevirên herêmê pûk in, Hîtîtan ev kevir qoqilandine û kirine şikeft.
Şaredarê Gurunê Namî Çîftçî ji nûçegihanê AAyê ra got ku dîroka şikeftên nava zinaran heta 4 hezar sal berê diçin.
Çîftçî destnîşan kir ku dîroka şikeftan vedigere serdema Hîtiyan û got, "Ji kevnenivîsên serdema Hîtyiyan ên li ser van şikeftan û him jî li Kanyona Şuxulê em digihin dîroka vê serdemê."
Çîftçî anî ziman ku mirov di wê serdemê de di şikeftan de dijiyan û got, "Îro em avahiyên qat qato bilind dikin, em otêlan çêdikin. Xanî û otêlên hingî ev bûn. Dema em şert û mercên wê demê di hişê xwe de difikirin, cihê herê siruştî yê wî zemanî ev şikeft bûn."
Çîftçî herwiha diyar kir ku jibilî van şikeftan, pêdivê mirov li Kanyona Şuxukê û Gola Gokpinarê ya li Gurunê jî bigere û got, "Heta ji destê me tê, em hewl didin Gurun û bedewiyên Gurunê bibe cihên geştiyariyê. Em hemî hevbajariyên xwe vedixwînin Gurunê."
Çîftçî tekezî li wê yekê kir ku piştî sererastkirina jîngehê mirov bêtir eleqeyê nîşanî şikeftan didin.