ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 16ê mijdarê de ji bo ku beşdarî merasîma verikirina binayên nû û merasîma mehrkirinên komî bibe, dê here Diyarbekirê.
Di merasîma ku Serokwezîr Erdogan dê beşdar bibe û 300 kes bizewicin de gelek tiştên nû dê çêbibin.
Şivan Perwer dê piştî 37 salan were Tirkiyeyê. Serokwezîr Erdogan der barê vê merasîmê de wiha got: "Me xwest ku em cudahiyekî di vê merasîmê de pêk bînin. Ev cara ewil e ku Îbrahîm Tatlises û Şivan Perwer dê bi hev re stranan bibêjin."
Serokwezîr Erdogan dê li Diyarbekirê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî re bê li bal hev.