Haydar Şahin
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 8 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma "Bêhempa" ya ku derhêneriya wê Îlker Sari dike û tê da Cemal Hunal, Ekîn Turkmen, Ruhî Sari, Ebru Saritaş, Selahattîn Taşdogen, Haldun Boysan û Nîlufer Aydan dilîzin vê hefteyê dikeve vizyonê.
Di fîlmê da qala dermanfiroşê ku piştî emeliyatê wek merivekê cuda ji nav nivînan radibe dikin.
- "Bide Bireve"
Fîlma "Bide Bireve" ya ku derhêneriya wê Orçun Benlî dike da qala Sedat û Fîkretê hevalên hev ên taxê ku ji bo Kadirgasporê her tiştî dikin û serpêhatiyên wan dike.
Di fîlmê da lîstikvanên wek Kenan Ece, Bulent Çolak, Aslihan Guner, Firat Taniş, Ruhî Sari, Ozgun Çoban, Yilmaz Gruda, Perîhan Unlucan u Cenk Ertan dilîzin.
- "Pîrhebok"
Di fîlma "Pîrhebok" a ku derhêneriya wê Sedat Ergen kir da Bîhter Deluv, Burak Arslan, Nîhat Demîrel û Cumhur Sari dilîzin û di fîlmê da qala serpêhatiyên du dilketiyên berê dikin.
- "Tiştekî Ku Jê Bitirsin Tune"
Di fîlma "Tiştekî Ku Jê Bitirsin Tune" a ku derhêneriya wê Burak Donay dike da Burak Aydin, Ahu Seda, Îbrahîm Vurmaz û Neslîhan Şen dilîzin, di fîlmê da qala serpêhatiyên komek hevalên ku ji Stenbolê tên Uzunkopriya navçeya Edirneyê dikin.
- "Suîqestkar"
Di fîlma "Suîqestkar" a ku derhêneriya wê Mîchael Cuesta dike da qala çîroka kesekî ku ketiye yekeya têkoşîna dijî terorê ya CIAyê dikin.
Di fîlmê da Dylan O'Brîen, Mîchael Keaton, Taylor Kitsch, Sanaa Lathan, Scott Adkîns û Davîd Suchet dilîzin.
- "Notên Eşqê"
Di fîlma "Notên Eşqê" ya ku derhêneriya wê Radu Mîhaîleanu dike da Derek Jacobî, Mark Rendall, Gemma Arterton, Sophîe Nelîsse û Ellîott Gould dilîzin.
Senayoya fîlmê ji pirtûka "The History of Love" a Nîcola Krauss di sala 2005an da nivîsîbû hatiye girtin.
- "Ew"
Senaryoya fîlmê ji romana Stephen Kîng a bi heman navî hatiye hildan û di fîlmê da Bill Skarsgard, Finn Wolfhard, Nicholas Hamilton, Sophia Lillis, Javier Botet, Jaeden Lieberher û Megan Charpentier dilîzin.
Derhêneriya fîlmê Andy Muschîettî dike û senaryo jî bi destê Gary Dauberman, Chase Palmer û Cary Joji Fukunaga hatiye nivîsandin.
- "Lingmezin û Kurê Wî"
Derhêneriya fîlma anîmasyon a "Lingmezin û Kurê Wî" Ben Stassen û Jeremy Degruson kirine û fîlm der heqê serpêhatiyên Lingmezinê ku di çîrokan da tê qalkirin û kurê wî da ye.