Çand û huner

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 8 fîlm dikevin vîzyonê.

Abdullah Tel  | 15.03.2018 - Rojanekırın : 20.03.2018
Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul

ÎSTANBUL 

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma berdewemiya "Kulûba Windakiriyan" a bi navê "Kulûba Windakiriyan Di Rê Da Ye" ku Mehmet Ada Oztekîn derhênerî kir û Nejat Îşler, Yîgît Ozşener û Hande Dogandemir jî di rolên sereke da dileyîzin, wê bikeve vîzyonê.

- "Dayê Bi Dilê Min Bigire"

Fîlma Burçîn Aydin û Bulent Aydogan bi hevdu ra derhêneriya wê kirin qala jinikeke qîza xwe ya nexweşa otîzmê ye qebûl nake û bi malbata wê ra jî pirsgirêkên wê hene dike û halê wê yê ku hîn dibe êşeka mirinê pê girtiye, tîne pêş temaşevanan.

Di fîlmê da Sermiyan Mîdyat, Naz Elmas, Janberk Nak, Ela Şen, Levent Înanir, Bariş Kuçukguler, Cem Sultan Karabulut, Melda Arat û Kahraman Sîvrî cih digirin.

"Eywana Girê"

Fîlma bi derhêneriya Hakan Algul va hat kişandin qala keç û xortekî dike ku berê hezkiriyên hev bûne û li heman derê di du eywanên dewetê yên li rû hev da deweta xwe dikin. Senaryoya fîlmê Şahîn Irmak nivîsî û di rola sereke da û Îrem Sak, Gonca Vuslaterî, Emre Karayel, Onur Buldu, Duygu Yetîş, Salîh Kalyon û Nîlgun Belgun jî di fîlmê da dileyîzin.

- "Çi Heye"

Di fîlma Ozan Denklik kişand û Omer Koç, Emre Yilmaz, Gurkan Demirtaş û Gulbahar Caybak dileyîzin da qala komek hevalên diçin cem remildar, paşê jî dikevin pey xezîneyê, dike.

- "Tomb Raider"

Karaktera Lara Croft a fîlma ku senaryoya wê ji ber vîdeoya lîstika "Tomb Raîder"ê hat derxistin ji hêla Alicia Vikanderê va tê lîstin û tevlî wê Walton Goggins, Dominic West, Daniel Wu, Kristin Scott Thomas, Hannah John-Kamen û Nick Frost jî di fîlmê da ne.

- "Li Entebeyê 7 Roj"

Di fîlma Li Entebeyê 7 Roj da qala balafireke ku di sala 1976an da ji Tel Avîvê ber bi Parîsê va diçû û hat revandin dike û li ser operasyona xilaskirinê tê sekinandin.

- "Mirina Stalîn"

Di sala 1953yan da li ser mirina Stalîn cihê wî vala dibe û gelek kes hewl didin ku bên cihê wî û di fîlmê da jî qala wê rewş û demê tê kirin. Armando Iannuccî derhêneriya fîlmê kiriye û lîstikvanên wek Jason Isaacs, Andrea Riseborough, Olga Kurylenko, Steve Buscemi, Rupert Friend, Jeffrey Tambor, Paddy Considine, Tom Brooke, Adrian McLoughlin, Simon Russell Beale û Michael Palin daye lîstin.

- "Hewesa Kuştinê"

Ev fîlma kult cara ewil di sala 1974an da ji hêla Elî Roth va hatiye kişandin û behsa cerahekî ku hemû malbata wî hatiye kuştin û ji bo heyfhildanê sond xwariye dike. Di versîyona nû ya fîlmê da ligel Bruce Willisê di rola sereke da dileyîze Vincent D'Onofrio, Elisabeth Shue, Jack Kesy û Dean Norris jî cih digirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.