AGRI - CEMİL KARİP
Li Agiriyê zozanê Sînegê yê ku mirov ji ber bûyeran nikaribûn biçûna, niha hingivê organîk yê xwedî patent tê hilberîn.
Zozanê Sînegê li bajêr zozanekî bi nav û deng e û bilindahiya wê 2 hezar û 500 mêtroyî ye. Li zozên hingivê ku ji Enstîtûya Patent a Tirk patent stendiye, tê hilberîn.
Odeya Çandiniyê ya Agiriyê û kesekî hilberîner bi hev re hingiv hildiberînin û kîloya hingiv jî ji 40 lîrayî difroşin.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Agiriyê Yavuz Aydemîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew û Bekir Demîr demeke dirêj e bi hev re dixebitin ku hingivê organîk hilberînin û wiha got:
"Odeya Çandiniyê ya Agiriyê ji Enstitûya Patent a Tirk patent hilda ku hingivê hilberîne. Zozanê Sînegê ji hêla nebatan ve cihekî dewlemend e. Ev du sal bûn ku em li ser vê projeyê dixebitin. Armanca me ew bû ku em hingivê organîk bi dest bixin. Ji bo vê me li Agiriyê lêkola û me dît ku Bekîr Demîr ji bo vî karî musaîd e. Me patent hilda û dest bi hilberîna hingivê organîk kir. Armanca me ew e ku em hingivê Agiriyê yê organîk bi kargoyê bişînin li her aliyê welêt. Înşallah welatiyên me jî dê ji vî hingivî şifayê bibînin."
Bekir Demîr jî diyar kir ku ev 10 sal e hilberîna hingivê dike û wiha axivî:
"Ji xwe li vir dewlemendiya nebatan wisa zêde ye ku ji bo hingiv bikaranîna madeya tevînek ne guncaw e. Ev 10 sal in ku ez vî karî dikim û hingiv difiroşim. Beriya vê me hewl da ku em patentê bistînin, lê em negihiştine encamekê. Herî dawîn ez bi Odeya Çandiniyê ya Agiriyê re axivîm û bi xebata serokê me, me patenta "Hingivê Çiyayê Agiriyê " hilda. Bi 400 kewaran, me dest bi hilberîna hingiv kir û em kîloya wî ji 40 lîrayî difiroşin. Ya rast kîloya hingivê organîk bi 80 an jî 100 lîrayî ye, lê em erzantir difiroşin."