Ahmet Aydın
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu digel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kuştina Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçî gotûbêj kirin.
Li Navenda Giştî ya NYê li 8emîn Korbenda Kûrewî ya Îttîfaqên Şaristaniyetan Çavuşoglu û Guterres civiyan.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric di birifînga rojane de derbarê hevdîtinê de wiha got:
"Çavuşoglu û Guterres, kuştina Kaşikçî gotûbêj kirin. Me di mijara lêpirsîna navneteweyî de daxwazeke fermî nestendiye."
Dujarric anî ziman ku ji bo lêpirsîna navnetewyî pêdiviya Sekreterê Giştî bi wergirtina desthilatdariyê heye.