Ahmet Aydın
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Senatorê Komarxwaz Lindsey Grahamê ku beşdarî civîna Cemal Kaşikçî ya ku Dîrektora Saziya Îstxibarata Navendî ya li Amerîkayê (CIA) Gina Haspelê li Senatoyê li dar xist, bû got, "Bi asteke herî bilind ez difikirim ku ew (Şehzadeyê Welîehd Muhemmed bin Selman) hevkarê kuştina Kaşikçî ye."
Senator Graham piştî civîna ku Haspelê li dar xist, daxuyanî da rojnamevanan.
Graham anî ziman ku tiştê ku li hindurû bihîstine qenaeta wî ya derbarê "berpirsyariya Şehzadeyê Welîehd Muhemmed bin Selman di kuştina Kaşikçî de" tekez kirine û destnîşan kir ku pêdivê Kongreya Amerîkayê di vê mijarê de sekneke hêzdar nîşan bide.
- "Ez neşêm piştevaniya firoştina çek bikim"
Graham wiha axivî:
"Şehzadeyê Welîehd Muhemmed bin Selman îdî qediyaye. Bi asteke herî bilind ez difikirim ku ew hevkarê kuştina Kaşikçî ye. Ez bawer nakim ku bikare bibe hevkarekî ewledar ê Amerîkayê. Heta ew li ser rêveberiya dewletê be, ez neşêm piştevaniya firoştina çek bikim. Herwiha şerê li Yemenê jî ji kontrolê derketiye."