İbrahim Atmaca
29 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Li Petrinjaya bajarê Xirvatistanê bi mezinahiya 6,3yan erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiya Behra Spî ya Ewropayê (EMSC), li gor saeta herêmî di 12.20î da bi lerza 6,3yan erdhej çêbû ku navenda lerza wê, bajarê Petrinja ye. Piştî erdhejê Şaredarê Petrînjayê Darinko Dumbovic ji ekîbên îtfaiyeyê yên tevahiya welêt alîkarî xwest.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî li bajêr gelek avahî hilweşiyan, di binê enqazan da birîndar hene.
Li gor nûçeyan li Petrinjayê di binê avahiyeke hilweşiyayî da bavek û kurê wî birîndar hatin derxistin, birîndar rakirin nexweşxaneyê.
- Ekîbên alîkariyê sewqî Petrinjayê kirin
Li gor daxuyaniya ku hikûmetê hat dayîn, ekîbên alîkariyê yên tevahiya welêt şandin Petrinjayê û piştî erdhejê di ketin û derketina bajêr da qerebalixî çêbû û xetên têlefonan qut bûn.
Erdhej ji xeynî paytext Zagrebê li welatên cîran Bosna Hersek, Sirbistan û Slovenyayê jî hat hîskirin. Hat ragihandin, piştî erdhejê du lerzên dûmahîkê yên bi mezinahiya 4 û 3yan jî çêbûn.
Di vê navberê da duh li Petrinjayê pey hev du erdhejên bi lerza 5an çêbûbûn û di encamê da di hin avahiyan da xesar çêbûbû.