Elif Orhan
14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
SILÊYMANÎ
Heyeta hevpar a ku di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya di bin serokatiya Celal Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê Berê û Tevgera Goran a ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serkêşiya mixalefetê dike de cara ewil hat bal hev û eşkere kirin ku tam piştgirî didin referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê.
Heyeta hevpar li Silêymaniya bajarê HKIyê hat bal hev û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Pişt re der heqê naveroka civînê û biryara hevpar a ku her du partiyan sitandin de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Rojeva sereke ya civînê başkirina rewşa gel a ku ji aliyê aboriyê ve rojên zehmet dikşîne û çareserkirina qeyranan bû. Biryar hat dayîn ku tam piştgirî bidin referandûma ku dê dahatûya gelê herêmê diyar bike, ji bo ku ji pêvajoyekî guncav derbas bibin dest bi amadehiyên hewcedar bikin. Digel vê li ser hêmanên etnîk ên li Kerkûkê sekinîn û hat qebûlkirin ku Kerkûk cihekî girêdayî herêma Kurdistanê ye. Di vê çarçoveya de dê hemû pêngavên ji bo ku Kerkûk wekî herêmekî xweser bê naskirin dê bên avêtin jî bên redkirin."
YNK û Tevgera Goran di 17ê gulanê de peymanekî siyasî ya ku ji 25 made û 11 beşan pêk tê îmze kiribûn.