Dan zanîn ku rejima Sûriyeyê di êrîşên xwe yên bi bombeyên warîlê yên li ser bajarê Helebê sivîlan ji xwe re dike hedef û sûcê şer dike, ji ber vê yekê divê rewşa li hêrêmê bibin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.
Rêxistina Afûyê ya Navneteweyî bi navê "Mirin li her derê ye: Li Helebê sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan" raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku di navbera Kanûna Paşîn a 2014an û Adara 2015an de hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi bombeyên warîlê û teqemeniyên din, bi taybetî êrîş birin ser cihên ku wir gelekî sivîl dijîn û mafên mirovan bin pê kirin.
Di raporê de hatin destnîşankirin ku hêzên hikûmetê, bi bombeyên warîlê êrîşê mizgeft, dibistan, nexweşxane û bazarên qerebalix ên ku ji bo armancên leşkerî nayên bikaranîn dikin.
Di raporê de dan zanîn ku di heyama navbera kanûna paşîn a 2014an û adara 2015an de li Helebê di êrîşên bi bombeyên warîlê de ji 3 hezarî zêdetir sivîl mirin. Agahî hat dayîn ku di van êrîşan de 14 cihên bazarî, 12 cihên gihandinê, 23 mizgeft û amûrên sivîl, 17 nexweşxane û 3 dibistanên cuda kirin hedef.
Di raporê de hat gotin ku di êrîşên ku di heman heyamê hatin kirin de mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî hatin binpêkirin. Bi taybetî êrîşên li herêmên ku di bin kontrola hêzên muxalif de ne hatin destnîşankirin. Dan zanîn sivîlên li Helebê ji bo ku ji bandora nebaş a êrîşên bombeyên warîlê xilas bibin û jiyana xwe berdewam bikin, direvin "bin erdê."
Dîrektorê Bernameya Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê Phîlîp Lûther der barê raporê de daxuyaniyek da û wiha axivî:
"Ev êrîşên menfûr û berdewam ên ku tên kirin destnîşan dikin ku bûne wekî polîtîkayeke ku sivîlan ji xwe re dike hedef û wan bi awayekî sîstematîk û zanebûn dikuje, ev êrîş êrîşên wisa ne ku di nav sûcên li dijî mirovahiyê û êrîşên ku wek sûcê şer tên qebûlkirin in. Heke rewşa li Sûriyeyê bibin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, ev dê ji bo ku ew kesên ku van sûcan dikin û emrê wan didin teslîmê edaletê bikin, dê peyamekî bide."