Mustafa Deveci,Enes Canlı
25 Mijdar 2023•Rojanekirin: 26 Mijdar 2023
Di çarçoveya mutebqata ku di navbera Îsraîl û Hemasê da hat kirin da 24 jê jin û 15 jê jî zarokên ji 18 salî biçûktir 39 êsîrên Filistînî yên li girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê piştî ku 13 êsîrên Îsraîlî yên ku Hemasê serbest berdan gihaştin Îsraîlê piştî demek kurt ji Girtîgeha Oferê ya li Şerîaya Rojava ya dagirkirî jî 39 êsîrên Filistînî ji bo ku bên berdan teslîmî rayedarên Komîteya Xaça Sor hatin kirin.
Bi sedan Filistînî ji bo pêşwazîkirina êsîran bi alayên Filsitîn û Hemasê li bajaroka Betunyayê ya Şerîaya Rojava kom bûn.
Eskerên Îsraîlê bi xaza rondikrêj midaxeleyî Filistîniyên li Betunyayê kom bûn kir.
Filistîniyan jî car carna fişegên hewayî avêtin hêzên Îsraîlê û tekbîr anîn.
Demek kurt piştî bûyeran otobêsên êsîrên Filistînî yên hatin berdan tê da bûn gihaştin Betunyayê.