Önder Beyter
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên kolana komgora li bajarê Terhûneyê yê Lîbyayê yê ku ji destê milîsên Xelîfe Xefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hat derxistin, kişandin.
Xebata kolana komgorê ya ku ekîba AAyê li herêma Er-Rabit a Terhûneya 90 kîlometre li rojhilatê başûrê paytext Trablusê dişopîne, bi destê ekîbên tiba edlî yên Saziya Lêgerîn û Tesbîtkirina Wendayan û Serdozgeriya Trablusê tê kirin.
Ekîbên maseya cinayetê ya ewlekariyê û xebatkarên tenduristiyê jî beşariya xebatên kolana komgorê dikin .
Li herêma ku ambulans jî amade ne, ji ber bêhna giran, yên dixebitin maske didin ber devê xwe.
- Dibe ku hejmara komgoran zêde bibe
Serokê Komîteya Tiba Edlî ya Wezareta Edaletê Îlyas Mihemed el-Hamrûnî diyar kir ku wan heta niha ji komgora vê derê ji 4 ciyên cuda 8 cesed derxistin û wiha got, "Guman heye ku li dewrûberê komgorên din jî hebin. Hat ragihandin ku li Terhûneyê 11 komgor hatin dîtin, lêbelê dibe ku ev hejmar zêde bibe. Ev ciyê ku em lê ne, em behsa qadeke 75 metre bi ber, 200 metre jî dirêj dikin."
Hamrûniyê ku wekî pisporekî tibê nêrînên wî hatin pirskirin, wiha axivî, "Şêweyê girêdana destê wan û çalkirina wan û herwiha wêneyên ku vê yekê diselimînin, pir tirsnak in. Lêbelê wekî pisporekî tibê, heta raporên tiba edlî neyên, ez nikarim li ser sedema mirina wan tiştekî bêjim."
Karbidestê Serdozgeriya Trablusê Nûrî el-Galî jî diyar kir ku li gorî encamên destpêkê, cesedên hatin derxistin, ew texmîn dikin ku di 12 mehên derbasbûyî da hatine çalkirin û xebata tesbîtkirina emir, zayend, şêweya mirina van cesedan didome.
- Ji bo komgoran li benda lêpirsîneke navneteweyî ne
Li gorî amarên ku NYyê eşkere kirin, li Terhûneyê û dewrûbera wê ku artêşa Lîbyayê 5ê hezîranê ji destê milîsên Xefter derxist, 11ê hezîranê 8, 12ê hezîranê jî 3 komgor hatin tesbîtkirin.
Hikûmeta Lîbyayê jî di vê maweyê da bangî NY, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) û rêxistinên mafên mirovan kir ku li ser komgoran lêpirsîneke navneteweyî were kirin.
Serdozgera UCMyê Fatou Bensoudayê di daxuyaniya xwe ya duh da wiha gotibû, "Me zanyariyên ewle li ser 11 komgorên ku tê destnîşankirin li Lîbyayê hatin dîtin wergirtin. Berateyên di destê me da dibe ku ji wê yekê ra delîl bên hesibandin ku sûcê şer an jî sûcê dijî mirovahiyê hatiye kirin."