LAHEY
Ji bo bîranîna kesên ku di sala 1988an de li Helepçeyê bi bombeyên kîmyewî ve hatin kuştin "Abîdeya Komkujiya Helepçeyê" li Laheya bajarê Hollandayê hat vekirin.
Di çêkirina abîdeyê de wêneya "Şahidê Bêdeng" a ku ji hela rojnamevan Ramazan Ozturk ve di sala 1988an de hatibû kişandin mînak hat girtin. Abîde li hewşa Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) hat vekirin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Xoşyar Zebarî, Dîrektorê Giştî yê RQÇKê Ahmet Uzumcu, Şaredarê Laheyê Jozîas van Artsen û rayedarên Herêma Kurdistanê beşdarî vekirina abîdeyê bûn.
Ramazan Ozturk di vekirina abîdeyê de daxuyanî da rojnemavanan û diyar kir ku demeke dîrokî dijî.
Ozturk got li bajarê Laheya ku Dîwana Dadê lê ye çêkirina vê abîdeyê gelekî gîrîng e. Ji ber ku bi vê abîdeyê ve êdî hemû dinya dê komkujiya Helepçeyê bibîhîze.
Ozturk diyar kir ku vekirina abîdeyê ji aliyekî ve tê wê wateyê ku komkujiya Helepçeyê êdî wek jenosîdê tê qebûlkirin û wiha axivî: "Hêvî dikim ku raya giştî ya dinyayê wê komkujiya Helepçeyê wek jenosîd qebûl bike. Wêneya ku min kişand bû ew wêne ku Helepçeyê herî baş terîf dike. Ji min re gelek xelat anî. Xwezika komkujiyeke wiha qet çênebûya û min jî ev wêne nekişanda. Lê belê komkujî qewimî. Divê ji vê ders bê stendin û komkujî qet neyê ji bîr kirin. Ji bo vê yekê jî vekirina abîdeyê zehf gîrîng e."
Ji hêla din ve hin kesên kurd û hin endamên parastina mafên mirovan ên ku li pêşiya RQÇKê kom bibûn komkujiya Helepçeyê protesto kirin. Ew kesên ku beşdarî vekirina abîdeyê bûn bi dirûşmeyan ve ber bi Balyozxaneya Iraqê ya li Laheyê meşiyan.
Hat ragihandin ku abîde bi alîkariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û bi destê Komiteya Bîranîna Helepçeyê ve hat çêkirin.
Dîsa hat diyarkirin ku li derveyê welêt der heqê komkujiya Helepçeyê de abîdeya ewilîn ev e.
Di sala 1988an de bi fermana Serokê Dewleta Iraqê yê berê Sedam Huseyn ve bi çekên kîmyewî ve êrîşê Helepçeyê kirin. Di êrîşê de 5 hezar kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Paşê jî derketibû holê ku hin madeyên ku di nava çekên kîmyewî yên ku li Helebçeyê hatibûn bikaranîn bi destê Frans van Anraatê karmendê Holandayî hatine temînkirin.
Frans van Anraat di sala 2006an de li welatê xwe hat darizandin û hat mehkûmkirin.
Frans van Anraat ji ber sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer 17 sal ceza xwar û 400 hezar Ewro jî cezayê tazminatê hilda.