TACLOBAN
Mexdûrên Filîpînî yên bagera Haiyanê ji bo ku pirsgirêken xwe çareser bikin bi şev û roj dixebitin. Li herêmê her tişt serûbin bûye û ji pirsgirêkên binesaziyê heta av û ceyranê di gelek tiştan de kêmasiyên mezin hene.
Bagera Haiyanê herî zêde zirar da bajarê Taclobana li herêma Visiyasa Rojhilat e. Di bagerê de dar ji kokê ve qetiyan, erebe wergeriyan û binesaziya ceryanê serûbin bû.
Ji ber bagerê stûnên ceryanê wergeriyan û bi metreyan dûr çûn. Ji ber vê yekê jî ev 3 hefteye li wan deran ceryan tuneye û afatzede şevê di tariyê de derbas dikin.
Welatiyên li Taclobanê bi şev lambeya neftê vêdixin.
Li bajarê Taclobanê di bagerê de îstasyonên neftê bi tevahî xerab bûn û welatî nikarin gazê jî bikirin. Car caran gaz tê firotin lêbelê têra welatiyan nake.