ANKARA
Li gor agahiyên ku Ajansa Anadoluyê (AA) bi dest xist, êrîş ji aliyê yekîneyên li ser Lîva Moşek a 155emîn û Tûmena 4emîn a li Çiyayê Kasyûnê ve, bi nêzî 15-20 moşek û roketan hat kirin. Li Kuteyfeyê moşekên FROG-7/Lûna û yan jî M600, li Kasyûnê jî roketên ku dûrahiya wan di navbera 15-70 kîlometreyî de ye, hatin bikaranîn.
Li gor rapora ku unîteyên berpirsyar amadekirin û ji Saloxgeriya Tirkiyê re hat şandin, hat diyar kir ku erîş ji aliyê hêzên rejîmê ve hat kirin. Erîş 21ê tebaxê, roja çarşemê, di saet 02.45an de pêk hat.
Di êrîşan de cihên navbera Gotaya Rojhilat û Rojavayê, Zamelka, Dûma, Harasta û cihên din ji xwe re kirin hedef. Êrîş bi operasyona hevdem, li ser taxên cuda hat kirin.
Hurgiluyên ji raporê ev in: "Êrîş ji aliyê yekîneyên li ser Lîva Moşek a 155emîn û Tûmena 4emîn a li Çiyayê Kasyûnê ve, bi 15-20 moşek û roketên ku kîmyewî bûn, hat kirin. Di êrîşa ku li Kuteyfeyê hat kirin de tê texmînkirin ku moşekên FROG-7 û yan jî M600î hatine bikaranîn. Li Kasyûnê jî wisa tê texmînkirin, moşekên ku dûrahiya wan di navbera 15 û 70 kîlometreyî de ne û luleya wan 220 mîlîmetre ye hatin bikaranîn.