17 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
VALLETTA
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "(Hevdîtinên ji bo Qibrîsê) Tirkiye ya rastî Qibrîsa Bakur aliyê tirkan di hêla çareseriyê da gavekê li pêş e. Tu car tevgereke ku wê rê li ber çareseriyê bigire navêjin. Bi girîngî li ser vê meseleyê disekinin. Teqez çareserî lazim e, lewra berdêla neçareseriyê aliyê Qibrîsa Bakur aliyê tirkan dide."
Serokwezîr Yildirim:
"Maltayê her dem di mijara endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê da bêyî şert û merc, piştgirî daye, em pîroz dikin. Di serokatiya heyamê ya Maltayê da em hêvî dikin têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bi pêş bikevin û xebatên Peymana Yekîtiya Gumrukê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê da dest pê bikin."
Serokwezîr Yildirim der barê mizakereyên Qibrîsê da wiha got: "Hêvî dikim çareseriya were peydakirin li Giravê ewlehiyê çêke û ewlehiya çalak a Tirkiyeyê daîm bike û ji bo herdu terefan heqê rêvebiriya adil û wekhev bi xwe ra bîne."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku hewl didin ku Tirkiyeyê wisa nîşan bidin ku li dijî azadiya çapemeniyê ye û got, "Ez xwediyê van îdiayan ra vê teklîf dikim, azadiya çapemeniyê ji bo Ewropayê zehf girîng e, dewleta dad û hiqûqê zehf girîng e. Feslên 23-24an... YE bira feslên der barê edalet, çapemenî û medyayê veke, çi dibêje bira bêje, em jî bersivê bidinê. Ez ji vir bang dikim, ev bi banga ji derva va nabe. Em teklîfeke rast dikin, bira kerem bikin û van feslan vekin."
Serokwezîr Yildirim: "Em wek AK Partî û MHP li hev hatin û me ev guherîn anî parlamentoyê. Ji ber vê yekê di navbera me û wan de ji bo heman armancê îtifaqek heye . MHP ji bo vê guherînê dixebite, em jî heman tiştî dikin. Eger hin gotinên me eynî bin, ev normal e. Belkî hin çalakiyan jî em bi hev re bikin."