Abdullah Tel
12 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2019
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Kelly Craftê diyar kir ku ew dixwazin lihevrûniştinên bi Koreya Bakur ra bidomînin û got ku ji bo avêtina gavên berbiçav û dayîna firsendê amade ne.
Konseya Ewlehiya NYê li ser daxwaza Amerîkayê ji bo nirxandina ceribandina moşekên bi destê Koreya Bakur civiya.
Crafta Seroka heyama meha berfanbarê ya Konseya Ewlehiya NYê û Nûnera Daîmî ya NYê ya Amerîkayê destnîşan kir ku bi qasî sal û nîvek e ew bi Koreya Bakur ra pêvejoya lihevrûniştinê didomînin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Craftê got: "Em amade ne ku pêvajoya berfirehê bidomînin, bi perwaza pêvajoyê va herekat bikin, bi hevdemî gavên berbiçav biavêjin û firsendê bidin. Lê em nikarin vê bi tena serê xwe bikin. Koreya Bakur ji bo ku bikaribe bi me ra bixebite divê ji bo vê wê biryara zehmet ku wêrekî dixwaze, bide.",
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê Craftê ragihand hin delîlên li ber destê wan nîşan dide ku Koreya Bakur gavên dibin sedema fikarê diavêje û wiha pê da çû: "Çalakiyên fîtnekar derî li firsenda pêşerojeke çêtir digire û ji bo vê rîsk e."