ŞAM
Fermandarê Artêşa Îslamê Zahran Allûşê ku li Sûriyeyê ji komên mixalif yek in got ku wan bi moşek, roket û topên hewanê ve êrîş bir ser cihên hêzên rejimê yên ku li Şamê ne.
Allûş di hesabê xwe yê Twîtterê de destnîşan kir Artêşa Îslamê, ji ber ku hêzên rejimê êrîşên xwe yên li ser navçe û bajarokên herêma Gûtaya Rojhilat didomînin, li paytext Şamê êrîşî ser "Şaxa Îstixbaratê ya Hewayê, avahiya Ewlehiya Dewletê, cihê kontrola leşkerî ya 8ê Adarê, Akademiya Ewlehiyê, daîreya îstixbaratê, avahiya Serokatiya Sererkaniyê û gelek cihên leşkerî" kirin.
Di nûçeyeke SANAya ku ajansa fermî ya Sûriyeyê de jî hat destnîşan kirin ku di êrîşên bi moşek û topên hewanê hatin kirin de 3 sivîl mirin, 30 sivîl birîndar bûn û gelek mal û wesaîtan zirar dît.
Fermandarê Artêşa Îslamê di daxuyaniya pêr dabû de ragihandibû ku ji ber êrîşên hêzên rejimê yên li ser herêma Gûtaya Rojhilat didomînin ew ê jî li Şamê êrîşî ser cihên hêzên rejimê bikin. Di bangewaziya xwe de Allûşî ji xwendekar, sivîl û dîplomatên biyanî xwest ku bila nêzî herêmên leşkerî, wesaît û cihên kontrolê nebin.
Hat ragihandin ku îro serê sibehê di saet 07.30an de bi "moşekên katyûşayê" ve êrîşî ser hin herêmên li Şamê hat kirin.