Hakan Çopur
13 Nîsan 2026•Rojanekirin: 13 Nîsan 2026
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyand, ji 13ê Nîsanê saet 17.00î (BST) pê va çi qas keştî têkevin benderên Îranê yan jî ji van benderan derkevin, ew ê li ser behrê dest bi dorpêçkirina wan keştiyan bikin.
Li gor daxuyaniya li ser hesabê CENTCOMê yê Xa platforma medyaya civakî ku navenda wê li Amerîkayê ye, li dijî benderên Îranê dorpêçkirina ser behrê wê îro dest pê bike.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Hêzên CENTCOMê wê li gorî telîmatên Serok (Donald Trump) di 13ê Nîsanê saet 10.00î da (Saeta Rojhilata Amerîkayê) hemû keştiyên ku dikevin benderên Îranê û jê dertên, wê werin dorpêçkirin." Kendava Besra û Kendava Ummanê jî tê da keştiyên hemû welatan ên ku dikevin hemû benderên Îranê an jî jê dertên, wê bi "awayê bê alî" werin dorpêçkirin.
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin, seferên keştiyên ku ji Tengava Hurmuzê ra derbas dibin û diçin Îranê an jî ji van benderan tên hêzên CENTCOMê wê wan nedin sekinandin û astengkirin.