XAZE
Hêzên ewlehiyê yên Misrê piştî derbeya Misrê lez dan xebatên xwe yên ji bo girtina tûnêlên di sînora Xaze û Misrê de. Hêzên ewlehiyê birka ku ji bo neqla sotemeniya di navbera Refah û Xazeyê de dihat bikaranîn û pompeyên sotemeniyê bi makîneyên giran yên kar xiste rewşeke wisa ku êdî nayên bikaranîn.
Şahidan diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Misrê siba zû hatin herêmê, birka ku sotemeniya diçû Xazeyê li wir ber hev dibû, xerakirin. Hêzên ewlehî zirar dan pompeyên sotemeniyê û 200 hezar lîtir sotemeniyê jî îmha kirin.
Hat ragihandin ku artêşa Misrê piştî xebatan li derdor bergiriyên berfireh girtin.
Rayedarên misrê hêj derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî nedan.
Artêşa Misrê piştî derbeyê piraniya tûnêlên li ser sînora Xaze û Misrê girtibûn.