Mahmut Geldi
16 Nîsan 2025•Rojanekirin: 17 Nîsan 2025
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi şev 3 êrîşên esmanî birin ser başûrê Libnanê.
Li gor nûçeya NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê, balafirên şer ên Îsraîlê bi şev 3 êrîşên esmanî birin ser nêzî bajaroka Ramyayê ya li ser Nebatiyeya ku dikeve başûrê welêt.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û îdia kir, wan duh êvarê li başûrê Libnanê binesaziya Hizbullahê kir hedef.
Adraee îdia kir ku Hizbullahê binesaziyên sivîlan ji bo çalakiyên xwe bi kar dianîn û ew ê destûrê nedin ku Hizbullah li herêmê cardin binesaziya xwe ava bike.
Di navbera Îsraîl û Libnanê da di 27ê Mijdara 2024an da peymana agirbestê hat îmzekirin, lê digel vê yekê Îsraîl timî peymanê binpê dike.
Piştî agirbestê di êrîşên Îsraîlê da sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin.