Çağrı Koşak
08 Hezîran 2021•Rojanekirin: 08 Hezîran 2021
Hêzên Îsraîlê li herêma Şerîaya Rojava ya dagirkirî 25 Filistînî bê mal hiştin.
Li herêma Muarrecetê ya li rojhilatê Ramallahê artêşa Îsraîlê niştewarekî Filistîniyan xira kir.
Awde el-Kabneyê ji Filistîniyên ku mala wî xira bû daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Me xilas kirin, ji xeynî cilên me tiştekî me nema."
Kabne ragihand ku 25 kesên di 4 malbatên ku piraniya wan ji zarokan pêk tê bê mal man û got ku "Niha hemû li derva man, hemû bê mal in."
Kabne da zanîn ku hêzên Îsraîlê çend roj berê hatin û li herêmê dşmen kişandin û îro jî hatin û her tişt xira kirin û dest danîn ser malên wan.