KILÎS
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Azeza Helebê 2 gund ji destê DAEŞê derxist.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt, êrîşên yekîneyên ASAyê yên li ser kozikên DAEŞê dewam dikin.
Li gor agahiyan komên mixalif gundên Kara Mezre û Harcereyê ji destê DAEŞê sitendin. Armanca komên mixalif ew e ku bajaroka Çobanbeyê bi dest bixin.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku rêxistina terorê derbeyeke mezin xwar û balafirên şer ên koalîsyona di serkêşiya DYAyê da derdikevin keşfê.