Dinya

Bîden piştgirî da Îsraîlê ku Nasrallah kuşt

Enes Canlı  | 28.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Bîden piştgirî da Îsraîlê ku Nasrallah kuşt Lübnan'da halk, Hizbullah Genel Sekreteri Nasrallah'ın açıklamalarını takip etti

Quds

Serokê Amerîkayê Joe Bîden der barê di êrîşa Îsrîalê ya li Libnanê da kuştina Hesen Nasrallahê serokê Hîzbullahê da got ku Amerîka "hember Hîzbullah, Hemas, Husî û komên terorîst ên din ên ku Îran piştgirê wan e" piştgiriya tam dide mafê parastina Îsraîlê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat gotin ku "Hesen NAsrallah û Hîzbullaha koma terorîst a ku Nasrallah serkêşiya wê dikir di heyameke terorê ya 40 salî da berprisyarê kuştina bi sedan Amerîkayiyan bû."

Bîden di encama êrîşa asîmanî ya Îsraîlê da kuştina Nasrallah wekî "Bi hezaran Amerîkayî, Îsraîlî û sivîlên Libnanî jî tê da ji bo gelek qurbaniyan pîvana edaletê ye."

Bîden diyar kir ku rojek piştî êrîşên 7ê cotmeha 2023yan bi Hemasê ra dijî Îsraîlê sekinî û destnîşan kir ku Amerîka hember Hîzbullah, Hemas, Husî û komên terorîst ên din ên ku Îran piştgirê wan e" piştgiriya tam dide mafê parastina Îsraîlê.

- Hizbullah: Sekreterê me yê Giştî Hesen Nesrellah di êrîşa duh a Îsraîlê da canê xwe ji dest da

Hizbullaha Libnanê daxuyand ku Serkirdeyê wan Hesen Nesrellah duhê di êrîşa asîmanî ya Îsraîlê da canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hizbullahê da hat destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah duh di êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê yên li herêma başûrê paytext Beyrûtê pêk anîn da canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin digel Nesrellah hinek rayedarên din ên Hizbullahê jî hatine kuştin, lê ji bîlî Nesrellah navê kuştiyan nehatin parvekirin.

- Artêşa Îsraîlê: Me pêşengê Hizbullahê Hesen Nasrallah kuşt

Ji aliyeki din, Artêşa Îsraîlê îdia kir ku di êrîşa asîmanî ya dijî Dahiyeya herêma li başûrê Beyrûtê da Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah kuştine.

Di daxuyaniya berdevkiya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin, "Me di êrîşa ku êvara înê dijî herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê ye û keleha Hizbullahê ye hat kirin da ji xeynî Hesen Nasrallahê ji pêşengên avakar yên Hizbullahê û Sekreterê Giştî, Fermandarê Başûr Elî Kerakî û hin pêşengên din kuştin."

Hizbullah ji bo îdiayên ku di êrîşa dijî Dahiyeyê da Nasrallah hatiye kuştin hê bêdeng e.

- Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê zêdetir ji 40 êrîşên bi mûşekan li dar xist

Ji aliyeki din, Artêşa Îsraîlê li dijî gelek xalên li herêma Dahiyeyê ku dikeve başûrê Beyrûta paytexta Libnanê zêdetir, ji 40 êrîşên bi mûşekan li dar xist.

Balafirên cengê yên Îsraîlê ji 8ê cotmehê va li dijî avahiyên herêmên Burc Beracîn, Kîfaet, Şuweyfat, Hedes û Leylakiyê yên li Dahiyeyê ku weke keleha Tevgera Hizbullaha Libnanê ne, zêdetir, ji 40 êrîşên bi mûşekan li dar xist.

Êrîşên Îsraîlê li gelek avahî û deverên başûrê paytext bû sedem şewat û wêrankariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.