BANGÛÎ
Hat ragihandin ku mizgefteke li ser rêya Bangûiya paytexta Komara Afrîkaya Navîn hat talankirin û Qur'ana Pîroz hat qelaştin.
Di yekemîn wêneyê ku nûçegihanê AAyê kişand de tê xuyan ku banê mizgefteke li ser rêya misilmanên ji koma bi navê Antî-balaka ya ku ji Xaçparêzan pêk tê direvin hatiye şewitandin, derî û paceyên wê jî hatine dizîn."
Di wêneyê dudan de jî ev menzere tê xuyakirin, di navbera herêma Bossempele û Yalokeleyê de perçeyên Qur'ana Pîroz hene û hin kes herçiqas herêm bi xetere be jî perçeyên Qur'anê berhev dikin.