Yaser Arafat Mohamed Albanna, Gülşen Topçu
11 Îlon 2021•Rojanekirin: 12 Îlon 2021
Hat ragihandin balafirên Îsraîlê ji asîmanan va êrîş birin ser Xeta Xezayê û ew çar alî dorpêç kirine.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got ku ji ber roketên ji alî Xezeyê ber bi alî Îsraîlê va hatine avêtin, balafirên şer jî cihên aîdê Hemasê ne dan ber bombeyan.
Andraee destnîşan kir ku cihekî tivinga bi makîne lê bikardianîn, embara çekan, avahiyeke eskerî ya çîmentoyên ji bo çêkirina tunelan tê da bûn di nav cihên wek hedef hatin berterefkirin da bûn.
Li gor şahidên bûyerê jî balafirên şer ên Îsraîlê li bakurê Xezeyê, bajarê Deyr el-Belah û Xan Yûnisê bi ser sê deveran da bombe barandin.
Di êrîşan da mirî û birîndar hene yan na nayê zanîn û lewra ji bo vê tu agahî nehat dayîn.
Îsraîlê ragihandibû ku wan duh êvarê mûşekek ji alî Xezeyê va ber bi alî wan va hatibû avêtin, îmha kirin.