04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 05 Mijdar 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn êrîşa terorê ya li Diyarbekirê şermezar kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Sekreterê Giştî hat dayîn Ban êrîşa bibombe ya li Diyarbekirê ya ku bû sedema mirina 9 kesan û birîndarbûna ji 100î zêdetir mirovî şermezar kir û sersaxî da gelê Tirkiyeyê û malbatên kesên ku di êrîşê de mirin.
Ban Kî-mûn di daxuyaniya xwe de got ku girtina Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê jî dibe sedema fikaran.