HEWLÊR
Li Londraya paytextê Îngilistanê civîna "Têkoşîna bi DÎŞIyê re" hat lidarxistin. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî ji bo ku ji herêma Kurdistanê gazî tu kesî nekirin ku beşdarî civînê bibin, bertek nîşan da.
Barzanî daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Li Londrayê ji bo têkoşîna DÎŞIyê civîn hat lidarxistin û welatên ku li dijî DÎŞIyê têkoşînê didin beşdar bûn. Ev civîn di demeke wisa de hat lidarxistin ku herêma Kurdistanê di nav şerekî tundî de ye. Herêma Kurdistanê li dijî DÎŞIyê têkoşîneke mezin dide. Xwîna pêşmergeyên me yên qehreman rijiya û me terorîstên DÎŞIyê têk birin. Pêşmergeyên me gelek penaberên ku ji dînên cuda ne û netewa wan cuda ye parast. Di dema parastina wan de jî gelek şehîd da. Bêyî ku li netewe û dînên wan binihêre, pêşmergeyên me erdnîgariyeke gelek berfireh ji destê terorîstan rizgar kir."
Barzanî got: "Me hêvî dikir ku hemû alî rêzê nîşanî qurbanên gelê kurd da û pêşmergeyên qehreman ên herêma Kurdistanê bidin" û wiha dewam kir: "Me dixwest ku di vê civînê û civînên wek vê de ji herêma Kurdistanê jî nûnerek hebûya. Vê gavê pêşmergeyên Kurdistanê di nav şer de ne û li hemberî terorîzma dinyayê şer dike. Bêguman ev tê dîtin.
Barzanî gotinên xwe wiha bi dawî kir:
"Em dixwazin bibêjin ku gelê Kurdistanê û rêvebirên Kurdistanê ji vê yekê aciz bûn. Gelê Kurdistanê qurbanan dide, îtîbara miletên din zêde dibe. Zora me pir bi vê yekê çû û em pir pê xemgîn bûn. Heqê gelê Kurdistanê ye ku nûnerekî wan jî beşdarî civînên bi vî rengî bibe. Barê vî şerî li ser pişta gelê Kurdistanê ye. Tu kes û tu alî nikare nûnertiya gelê Kurdistanê bike. Tenê nûnerên gelê Kurdistanê dikarin Kurdistanê di civînên navneteweyî de temsîl bike."