04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber ku êrîşên DAEŞa rêxistina terorê yên li bakurê Mûsilê paşda avêtin pîrozbahî li pêşmerge û hêzên hevpeymaniyê kir.
Barzanî ji bo berxwedan û serkeftina pêşmerge ya dijî DAEŞê, li ser malpera fermî ya Seroktiya Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serokê Herêmê di peyama xwe da wiha got, "Spas ji bo Xwedayê mezin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li hember êrîşa berfireha hêzên dirindeya terorîstên DAEŞê li hemû hêlên şer li bereya Bakurê Mûsilê dastenekî kêmwêne ya berxwedan û qehremaniyê tomar kir."
Barzanî destnîşan kir ku pêşmerge di bereyên bakurê Mûsilê da li hember DAEŞê serfkeftiye û wiha pê da çû, "Pêşmerge bi azayane bi xwîna xwe bergirî li axa Kurdistanê kir û êrîşa berfireha terorîstan li hemû bereyan da gelek bi tundî têk şikandin û dijmin tûşî şikestekî mezin anîn û ziyaneke mezin gihande wan."
Serokê HKIyê di dawiya peyama xwe da destxweşî û pîrozbahî li pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navneteweyî kir û wiha got, "Destxweşiya vê serkeftina mezin li wan hemû hêzên qehreman û wêrekên Pêşmerge dikim ku beşdarî vê destanê bûne. Pîrozbahiya vê serkeftinê li gelê Kurdistanê dikim û serxweşiyê li malbat û kesukarê wan Pêşmergeyan dikim ku li şerên îro da giyanê xwe yê pak gorî niştimana xwe kirine û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim. Bi pêwîstî dizanim spasî piştevaniya asmanî ya Hêzên Hevpeymanan bikim ku li şer da palpiştê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Li sayeya xwedayê mezin û xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmerge, Kurdistan li ser hemû destdirêjî û plangeriyek da serdikevê û şikest jî ji bo terorîst û nehezan dimîne."