HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ji Hikûmeta Navend a Iraqê xwest ku daxwazên wan demildest bi cî bînin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Barzanî, ji Heyder el-Îbadî re nameyek şand û xwest ku "Bila para herêma Kurdistanê ya ku ev 8 sal in nayê dayîn, bê dayîn, piştgiriya ku hewce dike bila bidin hêzên pêşmergeyan û astengiyên li hember îxrackirina neftê bê rakirin."
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şahevan Ebdûllah daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li benda bersiva nameya ku Barzanî ji Îbadî re şand in.
Ebdûllah da zanin piştî ku hikûmeta nû li Iraqê dest bi peywira xwe kir, pirsgirêkên di navbera kurdan û birêvebiriya Bexdayê de hê jî ji holê ranebû ye. Ebdûllah wiha got: "Helwesta me ya der barê mijarê de û pêngavên ku em ê biavêjin dê li gor bersiva ku Îbadî bide Barzanî dê diyar bibin."
Ebdûllah bi bîr xist dema hikûmet hat avakirin ji ber ku aliyan li hev nekirin Wezarata Parastinê vala hiştin û ragihand ku heke Hadî Amîriyê ji lîsteya "Dewleta Qanûnê" ji bo wezareta parastinê wek namzed nîşan bidin em ê "dengê neyînî" bi kar bînin.