Elif Orhan
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
BEYRUT
Li Libnanê li Zanîngeha Amerîkanê ya Beyrûtê (AUB) di konferansa ku der heqê encamên civakî û aborî yên şerê li Sûriyeyê hat kirin de rapora Bankaya Cîhanê ya bi serenava "Bedêla Şer" hat qisekirin.
Di konferansa ku Dîrektorê Lêkolîna Enstîtuya Isam Farîs a li AUByê Nasir Yasîn bi rê ve bir de Saroj Kumar Jhayê Dîrektorê Herêma Maşrîkê ya Bankaya Cîhanê, Ekonomîstê Biqidem ê Bankaya Cîhanê Harun Onder û Dîrektora Rojhilata Navîn a Saziya Ramanê ya Carnegîeyê Maha Yahyayê cî girtin.
Ekonomîstê Biqidem ê Bankaya Cîhanê Onder qal kir ku di rapora ku du meh berê hat weşandin de ji destpêka şerê li Sûriyeyê heta sala 2017an xirabûna aborî û civakî ya van 6 salan de hesab kirin û daneyên zanistî yên ku bi dest xistin bi mînakên ji sehayê re li ser sekinîn.
Onder got ku şerê ku ev 6 sal in li Sûriyeyê berdewam e heta niha bûye sedemê 226 milyar dolar zirarê û heke şer îro xilas bibe jî heta ku aboriya Sûriyeyê ser xwe ve bê dê gelek wext derbas bibe.
Onder qal kir ku dahata neteweyî ya xeyrîsafî ya Sûriyeyê di navbera 2010-2016an de ji sedî 63 biçûk bû û da zanîn ku aliyê xirabûna li welêt a ku ber çavan nîne ji daneyên berdest gelekî zêdetir e.
Onder da zanîn ku di serenava tesîra mirovî de jî di raporê de gahiştin wê encamê ku ji her 10 sûriyeyiyan 6 kes gelekî xîzan e û di vê maweyê de di bin şert û mercên ne baş de 200 hezar zarok hatine dinê û da zanîn ku "Li Sûriyeya ku di 6 salan de nêzî 400 hezarî mirov mirin ji nîvî zêdetirê serjimarê jî bi zorî ji cihên xwe hatin kirin."
Onder di raporê de serenava xirabûna fizîkî jî destnîşan kir û da zanîn ku ji 2011an a ku destpêka şer e û heta roja me ji sedî 7ên malên li Sûriyeyê ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin û ji sedî 20ê wan jî xisara mezin dîtine. Onder her wiha agahiya nîvê navendên ku li welêt xizmeta tibî didin qismen xira bûne û ji navendên li tevahiya welêt jî ji sedî 16an wan bi temamî hatine xirakirin da.