Haydar Şahin
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
DİYARBAKIR
Mehmet Barutê ku li Diyarbekirê 26 salan bi muzîkê ra eleqedar bû û paşê ji xwe ra loqante vekir ji aliyekî va xwarinên herêmî amade dike û ji aliyê din va jî bi cimbuş û udê va ji mişteriyên xwe ra sitranan dibêje.
Mehmet Barutê ku di zaroktiya xwe da bi muzîkê ra eleqedar bû di demeke kin da lêdana gelek ensturmanan hîn bû.
Barut di 1986an da bi profesyonêlî dest bi muzîkê kir û di dawetan da kilam û sitran got û 15 salan di Koroya Walîtiyê da li cimbuşê da.
Barut paşê ji ber tengasiya aboriyê dev ji muzisyeniyê berda ji vir 5 sal berê jî biryar da ku loqanteyekê ji xwe ra veke. Li loqanteya li texma Ofêsê eleqeyeke mezin nîşanî xurekên herêmî yên Barut dan û li ser vê Barut li Kayapinara navçeya navendî jî şaxeke loqanteya xwe vekir.
Barut ji aliyekî ra xwarinên herêmî amade dike û tehma devê mişteriyên xwe xweş dike û ji aliyê din va jî bi cimbuş û udê va ji mişteriyên xwe ra sitranan dibêje.
- "Armanc ew e ku dil xweş bibin"
Barut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 26 salan bi muzîkê ra eleqedar bû.
Baruk got ji ber ku xwarinên wî yên herêmî hatin ecibandin loqanteyek vekir, qasî ku ji destê wî tê ji bo ku çanda xurekê ya Diyarbekirê bidome dixebite.
Barut wiha pê da çû: "Heke mişteriyek were xwarinê bixwe û paşê dostekî xwe jî bîne tê wê meneyê ku hûn li ser rêya rast in. Em li cimbuşê dixin û xwarinê servîs dikin. Armanc ew e ku dil xweş bibin". Dostên me bi dilgêşîn tên ba me. Çaxê meriv dilê yekî xweş bike ew dila diçe dilekî din jî tîne. Em hem zikê mişteriyên xwe têr dikin hem jî muzîkê bi wan didin guhdarkirin."
Ozgur Onder Ozturkê mişterî jî got ku ji vekirina wê hetanî îro midawîmê loqanteyê ye û wiha pê da çû: "Xwarina ku Mehmet Usta çêdike ji bo mîdeyê muzîka wî jî ji bo guhan e. Ev jî dibe sedema hatina me ya vê derê. Bi muzîka herêmî ra xwarina tehmên herêmî merivan kêfxweş dike. Hem rihê me hem jî mideyê me rihet dibin."
Îsmaîl Aydinê jî got kêfa tehma xwarinên tuj û xweş bi muzîkê derdixin