Dildar Baykan Atalay
03 Sibat 2022•Rojanekirin: 03 Sibat 2022
Di daxuyaniya nivîskî Qesra Spî da hat ragihandin, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê li ser krîza Rûsya-Ukraynayê axivîn.
Herdu serokan careke din jî piştgiriya xwe ya ji bo serwerî û yekîtiya xaka Ukraynayê anîn ziman û her wiha li ser amadekariyên aborî û kordînasyona di warê dîplomasiyê da ya ku heger Rûsya, Ukraynayê bêtir dagir bike, dê li dijî Rûsyayê cîbicî bikin.
Biden û Macron di wê mijarê da jî li hev kirin ku ekîbên wan li ser vê mijarê di peywendiya nêzîk da bin û hevkarên wan ên NATOyê û yên di YEyê da jî tevlî pêvajoyê bên kirin.