Betül Yürük
04 Gulan 2021•Rojanekirin: 04 Gulan 2021
Avkarê Microsoftê Bill Gatesê Amerîkayî yê milyarder û Melînda Gatesa jina wî biryara hevberdanê da.
Bill Gates biryara berdanê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand, "Em li ser têkiliya xwe dûr û dirêj fikirîn û me paşê biryar da ku em hev du berdin."
Gates diyar kir ku ew 27 sal e zewicî ne, wan 3 zarok mezin kirin, li her derê dinyayê ji bo alîkariya merivan weqif ava kirin û ev mîsyon wê dewam bike û wiha dewam kir, "Lêbelê piştî vî qasî dilê me tuneye ku em wek jin û mêrê hev jiyana xwe bidomînin."