ANKARA
Wezareta Karên Derve danezana Parlementoya Awistiryayê ya der barê bûyerên 1915an de wekî "qetla hiqûqê" bi nav kir û diyar kir ku ev danezan bû sedemê xemgîniyeke mezin. Hat eşkerekirin ku biryar hat dayîn bangî balyozê Viyanayê Hasan Goguş bikin ku bê Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Derve daxuyaniyek da û diyar kir danezana der barê bûyerên 1915an de ya ku serokên komên parlementoyê yên partiyên ku komên wan di Parlementoya Awistiryayê de cî digirin, îmze kirin û eşkere kirin ev bû sedema "xemgîniyeke mezin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Maf û rayeya Parlementoya Awistiryayê tune ku bi awayekî dijî hiqûq û dîrokê sûc bixe sitûyê gelê tirk. Bila bê zanîn ku Tirkiye dê vê bêbextiya ku diavêjin sitûyê Tirkiye û gelê tirk ji bîr neke." Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Awistiryaya ku em di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi hev re di heman eniyê de bi hev re bûn baş dizane ku trajediya mezin a ku wê heyamê qewimî nikarin wekî "komkujiyê" bi nav bikin, lê ket nav dafika îdraqê ya ku hin aliyên ku ji bo pêşîvebûnên berbiçav û însanî yên Tirkiyeyê tune bihesibînin israr dikin, bi rê ve dibin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di daxuyaniya hevpar de êşên hemû komên xiristiyan hatinê parvekirin lê belê qet qala misilmanên ku di wê heyamê de mirin, nehatiye kirin û ev yek jî nîşan dide kesên ku qala însaniyetê dikin, di bingeha dînî de cudakariyê dikin." Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Gelekî berbiçav e ku cudakariyên wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên roja me çiqasî xelet in. Parlementoya Awistiryayê ketiye nav helwesteke terefgir û hewl dide ku dersa dîrokê bide kesên din û ev di roja me de nayê qebûlkirin û em vê tevgera wan a terefgir red dikin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin tiştên ku di heyama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de qewimîn bi nêrîna aliyekî tenê, bi nêrîa hilbijartî û cudakar derdixînin pêş û wek "komkujiyê" bi nav dikin, ev yek jî qetla hiqûqê ye û Tirkiye vê yekê bi tundî red dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Bi tehdeyên siyasî dixwazin ku sûcekî ku Tirkiyeyê nekiriye bixin sitûyê Tirkiyeyê û ev yek dê tu carî mimkûn nebe" û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Berbiçav e ku ev danezana ku li Parlementoya Awistiryayê hat eşkerekirin dê bandoreke neyînî ya mayînde li ser dostanî û têkiliyên Tirkiye û Awistiryayê bike.
Me nêrînên xwe yên di vê mijarê de ragihand Balyozê Enqereyê yê Awistiryayê û biryar hat dayîn ku ji bo mizakereyên ku dê bên kirin bangî Balyozê Viyanayê yê Tirkiyeyê Hasan Goguş bikin ku bê navendê."