31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ANKARA
Biryara Serokê Emrîkayê Donald Trump a li ser welatiyên 7 dewletan bû sedem ku parlamentera Kurd a PDKî li Meclisa Iraqê Viyan Dexîl nikaribe here wî welatî xelata xwe bigire.
Biryara Trump li gelek welatan tê protestokirin û rê li ber gelek astengiyan vedike. Bi sedan û hezaran kes li balafirgehan asê dimînin û bi paş de têne vegerandin.
Li gor malpera resmî ya PDKê parlamentera Kurd a Êzidî Viyan Dexîl jî ji bo wergirtina Xelata Lontûs divabû here Emrîkayê, li ji ber biryara Trump ku vîze hatin ragirtin nekarî biçe.
Xelata Lontûs li ser yadkirina endamê Kongreya Emrîka yê Mecarî Tom Lontûs ku sala 2008an wefat kir tê dayîn.
Viyan Dexîl jî li ser karesata Şengalê û trajediya Êzidiyan li Meclisa Iraqê giriyabû û ev yek di rojeva dinyayê de bi berfirehî cih girtibû, şayanê Xelata Lontûs a îsal hatibû dîtin.
Saziyên mafên mirov û rêxistinên navneteweyî nerazîbûn li dijî vê biryarê nîşan dan.