Taner Aydin Keştiya Mavî Marmarayê dema ku ji bo alîkariyê bibe Gazzeyê li Behra Spî rastî êrîşa Îsraîlê hat. Amos Yadlînê ku wê demê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Îsraîlê bû ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Keştiya Mavî Marmarayê di Gulana 2010an de xwarin, derman û malzemeyên înşaetê dibire Gazzeya û ji hêla Îsraîlê ve hatibû dorpeçkirin. Dema ku di behra navnetewî de diçû hêzên Îsraîlê êrîşê keştiyê kirin. Tûmgeneralê teqawîdbûyî Yadlîn yê ku wê demê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Îsraîlê bû piştî 3 salan der barê bûyerê de ji AAyê re axivî.
Di êrîşê de 9 sivîlên tirk mirin û 50 kesî zedetîr jî mirov birîndar bûn. Yadlînê ku li Tirkiyeyê Stenbolê di Dadgeha Cezayê ya Giran a 7emîn de tê darizandin wiha got: "Bûyerên ku di Mavî Marmarayê de qewimîn xeletiyeke mezin bû. Di her du aliyan de jî xeletî hebûn. Xwezî ew tişt nebûna."
Li ser pirsa "Heke îro heman tişt bibe, hûn dê dîsa wek wê rojê tevbiger in?" Yadlîn wiha got: "Serpêhatî tiştên nû fêrî mirovan dikin. Bi van serpêhatiyan ve ew tişt dê nebûna."
Yadlîn der barê derbeya Misrê de jî wiha axivî:
"Kesên ku li Qahîreyê Qada Tehrîrê de li hev civiyan ciwanên laîq û aligirên azadiyê bûn. Paşê Mursî hat. Bihara Ereban veguherî û bû dijmintiya Îsraîlê. Piştî ku Mursî hat wî carekê jî Îsraîl venexwende Qahîreyê. Peyamên dostaniyê neda. Bihara Ereban li Misrê niha vedugehere eslê xwe. Lê belê ev yek bi derbeya leşkerî pêk hat."
Yadlîn diyar kir ku Îsraîl li hember dijminên xwe xurt e. Ji bo hevdîtinên Îsraîl û rêvebiriya Filistînê yên ku ji bo aştiyê jî wiha got: "Heke Hamas, Hîzbûllah û Îran bi zexm be ez ne bawer im ku aştî dê çêbibe."